Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Keda Me û Dengên Me Hatin Dizîn


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser peyvajoya hilbijartina 24’ê Hezîranê bertek nîşan da.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî da zanîn ku ewê komîsyonên xwe yên berpirs kom bikin, hilbijartin û xebatan binirxînin û raporên binpêkirinan hazir bikin.

Pervîn Buldan da zanîn ku Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewleta Tirkîyê ye, di ser encamên nefermî re manîpulasyon kirine û encam rastîyê raber nakin.

‘’Berpirsên me, bo encam zelal bibin peyvajoyê dişopînin. Têkoşîna me ya bo eşkerekirina binpêkirinan didome’’ Buldanê got.

Buldanê dîyar kir ku tevî ku berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di şertên ‘’ne wekhev û ne adil de’’ kempeyna xwe meşandîye, di hilbijartinê de bûye berbijarê sêyan û îdia kir ku wî ji dengên ku li ekranan tê nîşan dan zêdetir sitandîye û banga berdana wî kir.

Hevseroka HDP’ê dîyar kir ku ‘’tevî hemî binpêkirinan’’, HDP’ê benda 10 ji sedê derbaz kiriye û got ku ‘’bi binpêkirinan keda me û dengên me hatin dizîn’’

Hevsserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî da zanîn ku wan 66 roj kempeyna hilbijartinê meşandîye û di vê peyvajoyê de gelek caran dijî wan êrîş pêk hatine.

Temellî dîyar kir ku encamên ku Ajansa Anadolu eşkere kirine ne encamên dawî ne û da zanîn ku di hilbijartinê de gumana gera duyê bilind bû.

XS
SM
MD
LG