Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Êrîşên Ser Kobanê Şermezar Dike


Îro, 1'ê Mijdarê ji sala 2014'an vir ve wek Roja Kobanê ya Cîhanî tê pîroz kirin.

Di salvegera vê rojê de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê daxuyanîyek dan û êrîşên Tirkîyê yên Kobanê şermezar kirin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşîde Toprak û parlamanterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari ku daxuyanî xwend, got ku berxwedana Kobanê jibo Kurdan dîrokeke taybet e.

“Hikûmet hem di sîyaseta navxweyî, hem ya derve de ketiye nav tengahîyeke mezin û dixwaze van êrîş û gefan, di hilbijartinên heremî de bo berjewendîya xwe bikar bîne.”

Salîha Aydenîz
Salîha Aydenîz

​Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz jî daxuyanêyeke taybet da Dengê Amerika.

“Ne tesaduf e ku piştî kombûna bilind ya Sûrîyê ku li Stenbol pêk hat, Tirkîyê êrîşan li ser Kobanê pêk tîne.”

***

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_11_01_2018_Kobane
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG