Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê jibo ku Alîkarîyê Gel Bike Dest bi Kempeyna Biratîyê Kir


Li Tirkîyê nexweşîya Covîd -19 bandoreke mezin li ser kesên xizan da. Dewlet her çiqas bêje ku emê alîkarî bidin jî lê di gelek warî de kêm dimîne.

Di vê çarçoveyê de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest bi Kempeyna Malbata Biratîyê kir.

Li gor vê kempeynê HDP di navbera kesên xizan û dewlemendan de navberkarîyê dike û wan tîne ba hev.

Jibo vê kempeynê HDP’ê li gelek bajar û navçeyan komîte amade kirîye. HDP bi van komîtan kesên ku xizan in û pêwîstîya wan bi alîkarîyê hene destnîşan dike.

Di alîyê din de jî yên ku bikaribe alîkarî bide wan ji dîyar dike û tîne ba hev. Ew di navbera xwe de alîkarî distînin an jî alikarî didin.

HDP’ê heta niha ji 5 hezarî zêdetir malbatên xizan destnîşan kiriye û ser 2 hezarî jî kesên ku dê hewceyî alîkarî ne, dîyar kirîye.

Nazmî Gur
Nazmî Gur

Berpirsê Kempeyna Malbata Biratîyê û endamê Meclîsa Partîyê yê HDP’ê Nazmî Gur ji Dengê Amerîka re got ku nexweşîya Covîd-19 bandoreke gelek xirab li ser jîyana gel kir.

“Di nav gel de hin kes hene ku pêwîstîya wan bi alîkarîya diravî û tendirustîyê heye. Em jî dixwazin bi vê kempeynê alîkarîya gel bikin. Armanç ew e ku xizanan û dewlemendan bigîhînin hevdû û ew bikin malbata biratîyê.”

Gur bi berdewamî got ku kesên ku pêwîstîya wan bi alîkarîyê heye bila navê xwe bigîhînin komîteyên wan.

“Di vê demê de pêwîst e ku em alîkarî hevdû bikin. Di vî alî de her çi bar bikeve ser milê HDP’ê, em amade ne. Bila gelê me baş bizanibe ku ew ne tenê ne. Em her gav li gel wan in.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:02 0:00

XS
SM
MD
LG