Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterekî HDP’ê bi Vîrusa Korona Ket


Parlamanterekî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi vîrusa korona ket.

Bi vî awayî, li Tirkîyê cara pêşî li ser parlamanterekî vîrusa korona hat dîtin.

HDP'ê bi daxuyanîyekê da zanîn ku parlamanterê wan di bin çavdêrîya doktor de ye û rewişa wî baş e.

Wê partîyê dîyar kir ku li parlamanê êdî nîşanên belavbûna vîrusa korona hene û banga parastina mesafeya civakî û karanîna maskeyan kir.

Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê li wî welatî bi qasî 200,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 5000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG