Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP'ê Gunay: Divê Herêma Kurdîstanê Nebe Amurê Têkbirina Peywendîya Nav Kurdan


Berdevka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay gotara heftane li Amedê li dar xist.

Gunay behsa serdana Serokê Herêma Kurdîstana Îraqê Nêçîrvan Barzanî kir û got ku wan seredana ji nêzve şopandiye.

''Partîya me piştgirîya pêşxistina peywendîyan û xurtkirina kanalên dîplomatîk e. Lê, em wek erka xwe dibînin ku hişyarî bidin rêvebirîya Herêma Kurdîstanê ku xwe neke amûrên polîtîkayên ku dixwazin li Başûr û Rojava peywendîya di nav Kurdan de têk bibe.''

Gunay got ku ew li hêvîyê ne ku rêvebirîya Herema Kurdistanê di peywendîyên dîplomatîk de li cem çareserîyê be û dijî helwestên ku dixwazin yekîtîya Kurdan têk bibin, derkevin.

‘’Me berê jî pir caran gotibû ku rêvebirîya Herêma Kurdîstanê jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare roleke mezin ya dîrokî bilîze û dikare yekîtîya nav Kurdan xurt bike.’'

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG