Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Stenbul'ê Biryara Girtina 17 Sîyasetvanan Dide


Herjmarek welatî li Stenbûl biryara dadgehê ya girtina siyasiyan şermezar dikin
Herjmarek welatî li Stenbûl biryara dadgehê ya girtina siyasiyan şermezar dikin

Li Îstenbul’ê 16 endamên Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû di 8’ê Îlon’ê de hatibûn binçav kirin.

Piştî binçavkirinan dozgerîyê bi daxwaza girtinê 17 sîyasetvan bi tawanên “Endamtîya rêxistina terorê” û “Propagandaya rêxistina terorê” ew şandin dadgehê. Dadgehê jî bi heman tawanan jibo her 17 sîyasetvanan biryara girtinê da.

Partîya Sosyalîst a Bindestan û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî girtina 17 sîyasetvanan nerazîbûna xwe nîşan da.

Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş di derbara girtinan de got ku, di dîroka tekoşîna wan de gelek caran ew bûne armanca êrîşên bi vî rengî.

“Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistan’ê berdêlên tekoşîna azadîyê ya polîtîk pir giran in. Desthilatî dijî vê têkoşînê hertim bi komkujî, bi zext û zordarîyên sîyasî û cîhê lê kêm dimîne jî bi rêya dadgehan êrîş dike. Ev girtinan jî parîyeke ji van êrîşan e.” Wê got.

Dîsa hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî girtina sîyasetvanan bi daxuyanîyekê rexne kirin.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku, “Biryara girtina sîyasetvanan bi destê dadgeha di bin kontrola sîyasetê de hat dayîn.”

Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku “Rejîma Qesrê” jibo parastina desthilatîya xwe kesên di opozîsyonê de cîh digirin dike armanc.

“Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya dixwaze rejîma zext û şîdetê ya ku koka xwe ji navê Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya yên darbeya 12’ê Îlon’ê pêk anîne ava bike. Ev operasyonên qirkirina sîyasî yên dijî şoreşger û hêzen demokrasîyê jî domandina darbeya 12’ê Îlon’ê ye.” hat gotin.

Raporta Mem Botanî - Stenbul 12 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00


XS
SM
MD
LG