Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Parlamantertera HDP'ê Remzîye Tosun re 10 Sal Cezayê Zindanê Hat Birîn


Remzîye Tosun
Remzîye Tosun

Dadgeha Cezaya Giran ya 5’an ya Amedê, îro Înê bi îdiaya endamtîya rêxistina terorê ji parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê Remzîye Tosun re 10 cezayê zindanê birî.

Ger biryara dadeghê neyê guhertin, rê li betalkirina parlamanterîya Tosun jî vedibe.

Tosun, berî ku bibe parlamanter, rûniştvana Taxa Sûrê bû û di dema şerên xendekan de sê meh li Surê mabû. Piştî pevçûn qedîyan, Tosun bi îdiaya ku endama rêxistina terore ye, hatibû girtin.

Meclîsa Jinan ya HDP’ê derbarê cezakirina Tosun ser torên civakî peyamek belav kir û got ku cezakirina Remzîye Tosun, derbeyeke dijî vîna gel û sîyaseta demokratik.

“Lê cezayên wan li pêş tekoşîna jinan û ya sîyaseta demokratîk nikarin bibin asteng,” peyamê herwiha got.

HDP’ê di hilbijartina 2018’an de 67 kursî bi dest xistibûn, lê di nav du salan de hejmara parlamanterên HDP’ê daket 56’an.

Parlamantere Amedê Selçuk Mizraklî, yê Qersê Ayhan Bîlgen û ya Wanê Bedia Ozgokçe jibo bibin şaredar ji parlamanterîyê îstîfa kiribûn, arlamanterên Stenbolê Erkan Baş û yê Hatayê Bariş Atay jî jibo partîya xwe ava bikin ji partîyê veqetîbûn.

Parlamanterê Stenbolê Ahmet Şik jî yek ji navên ku jiber cudabîrîyên sîyasî dest ji HDP’ê berdabû.

Parlamantera Amedê Salîha Aydeniz jî jibo ku bibe Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) ji îstifa kiribû.

Di meha Hezîranê de, ji doza KCK’ê parlamantera Colemêrgê Leyla Guven û yê Amedê Musa Farisogullari hatin ceza kirin û parlamanterîya wan jî hatibû pûç kirin.

Dîsa, parlamanterê Mêrdînê Tuma Çelîk li ser îdiaya destdirêjê jineke kirîye ji HDP’ê hatibû dûrxistin.

Parlamanterê Muşê Mensur Işik jî li ser îdiayên ku tundîyê li hevjîna xwe kiriye, jibo du salan ji HDP’ê hatibû dûrxistin.

KHF_09_11_2020_Remzîye Tosun 10_Sal_Ceza
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG