Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Berpirs Û Parlamanterên HDP'ê Û Daxwazên Vegera Pêvajoya Aştiyê


Li Tirkiyê dadghekirina berpirs û endam parlamenên Partiya Demokratîk ya Gelan HDP dom dike.

Herî dawî di vê hefteyê de di derheqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Sê parlamenterên wê partîyê de jiber “propagandaya rêxistinê” fezleke hate amade kirin.

Hevserokên berê yên heman partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag di girtîgehê de ne û bi dehan salan heta niha hatine zîndanî kirin û dadgehên li dij wan tên berdewam kirin.

Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Tirkiyê her tim endam û berpirsên HDP'ê bi propaganda "rêxistina terorê" tawanbar kirine, lê HDP dibêje ku dewleta Tirkiyê "rêxistinê – PKK" her tim weke hincet û bahane nîşan dide.

Ji aliyê din, hin daxwaz hene ku aliyên nakokbar li Tirkiyê car din vegerin pêvajoya aştiyê ya ku li sala 2015an hatî rawestandin.

Mêhvanên bernamê siyastevan û nivîskarê Kurd Bayram Bozyel û Dr. Musa Kaval beşdarî bernama Hello Washington bûn ev mijar gotûbêj kir.

Birêz Bayram Bozyel da zanîn ku AKP di kirîzê de ye û dengên wê li seranserî Tirkiyê daketîye 32% û got "Siyaseta Tirkiyê ne tenê li Kurdistana Tirkiyê dijî kurdane. Ew siyasetek giştîye li seranserî Kurdistanê", birêz Bozyel helwesta dewleta Tirkiyê û dijatiya referandoma Herêma Kurdistanê û dijatiya

Dr. Musa Kaval
Dr. Musa Kaval

Kurdên li Sûriyê û herwiha dijatiya niha ya dij siyasetvan û çalakvanên Kurd li Tirkiyê weke siyasetek giştî ya AKP nîşanda. Lê Tirkiye jî dibêje ewê ji bo ewlekariya netewî û parastina sinorên Tikiyê çi dest bê bikin, her tim Kurd weke cûdaxwaz bi nav kirine.

herwiha mêhvanê bernamê Dr. Musa Kaval di wê bawerê de bû ku divê Kurd û partiyên Kurdan li Tikiyê nav mala xwe rêk bixin û got"divê bi şêweke rêk û pêk Kurd xwe bikin yek û bi şêweke yekgirtî beşdariyê di hilbijartinên herêmî yên sala bihê de bikin, da ku bikarin bersînga planên AKP'ê bigirin".

Hello Washington 16 11 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:34:38 0:00

XS
SM
MD
LG