Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasîp Kaplan: Kilîta Guhertina Makezagonê di Destê HDP’ê de Ye


Serokomarê Tirkîyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan daxwaza guhertina makezagona Tirkîyê dike.

Ev daxwaz ji alîyê şîrika Îtifaqa Komarî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) Mustafa Destîci ve erênî hate pejirandin.

Lê, opozîsyona Tirkîyê dijî daxwazên Erdogan dert û bi tundî ev xwestek rexne kir. Li gor opozîyonê, Erdogan dixwaze ku hem temenê desthilata xwe dirêj bike û hem jî wek desthilatdarê tekane bimîne.

Hasîp Kaplan
Hasîp Kaplan

Parlamanterê berê yê HDP'ê Hasîp, ku bi xwe jî parêzer e, dibêje ku li gor qanûna bingehîn Erdogan sê caran ser hev nikare bibe serokomar, loma ew dixwaze ku makezagonê biguherîne û careke din bibe serokomar.

“Hêzên AKP, MHP û BBP’ê têr nake ku makezagona Tirkîyê biguherînin. Li parlamanê dengê AKP’ê 290, MHP’ê 49 û BBP’ê jî 1 e. Dengê Tifaqa Gel bi giştî dike 340 parlementer, lê jibo guhertina destûra bingehîn 400, jibo pêkanîna referandumê jî 360 deng pêdivî ne.”

Li gor Kaplan, HDP dikare roleke kilît bilîze jiber ku heke opozîsyon alîkarî nede, Tifaqa Gel nikare ku makezagonê biguherîne.

“Dengê HDP’ê 62 ye. Ger HDP bibêje erê bi 402 dengan ew dikarin qanûna bingehîn biguherînin. Lê heke opozîsyon bibêje na, Erdogan nikare makezagonê biguherîne û careke din bibe serokomar.Loma em dibînin ku mifte di destê Kurdan de ye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG