Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Mensur Işık: Ser Kurdan Hiqûqeke Dustandartî Tê Meşandin


Parlamana Tirkîyê hefteya borî dawî li parlamantarîya endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisogulları û yekê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Enîs Berberoglu anîbû û ew dû re hatibûn girtin.

Parlamanterê CHP’ê Enîs Berberoglu jiber sedama korona hatibû berdan, lê Guven û Farisogulları hîn jî li girtîgehê ne.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan ragihand ku li hember êrîşên desthilatîyê ewê jî têkoşîna demokrasîyê bidin destpê kirin.

Parlamanterê HDP’ê yê Muşê Mensur Işik dibêje ku êrîşên ser partîya wî wek darbeya sîvîl ya deshilata sîyasê ye.

Işik îdia dike ku jibo Kurdan hiqûqeke taybet tê karanîn:

“Du hevalên me ji parlamanterîyê hatin dûrxistin û hatin girtin. Dozgerên ku di doza Feto’yê aniha li girtîgehê ne dijî parlamanterên me doz vekiribûn. Dozên gelek kesan hate xirakirin û ew hatin berdan, lê yên ku ser Kurdan hatine vekirin man û ji wan ti kes jî nehat berdan.”

Işık, êrîşên dewletê yên ku li ser HDP’ê tê çêkirin bi tundî şermezarî dike û dibêje ku ewê hember AKP’ê û MHP’ê bejna xwe netewînîn:

“AKP û MHP dijî me rewşeke faşîzmê bi kar tînin. Ew dixwazin ku em daxwazên wan bi cîh bikin, lê bila ew baş bizanibin ku emê ti car bejna xwe li hember wan netewînin.”

ED_06_08_2020_Mensur_Işik
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:44 0:00

XS
SM
MD
LG