Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MHP Girtina HDPê Dixwaze Û AKP Bêdeng E


Berpirs Û Endamên Partiya HDPê
Berpirs Û Endamên Partiya HDPê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di demeke kurt de wê dest bi reforman bikin.

Opozisyon jî dema sîyaseta Serokê Giştî yê AKP Erdogan temaşe dike dibêje AKP bi vî şiklî nikare reforman çêke.

Li gorî HDP’ê di derxistina reforman de pirsgirêka Kurd roleke kilît dilîze. Ji bo vê jî sîyaseta ku li hemberî Kurdan tê meşandin û daxwazkirina reforman dijî hev û din tê dîtin.

Di rojên borî de Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî car din daxwaz kir ku HDP, partiya nêzî Kurdan li Tirkiyê bihê girtin.

Daxûyanîya Bahçelî ji alîyên HDP’ê ve hate rexnekirin. HDP'​ê ragihand ku, "Bahçelî heta dixwaze partîya me bê girtin, bila berî her tiştî devê xwe bigre."

Parlementerê HDP Îmam Taşçier jî gengeşîyên ku li ser HDP’ê tên çêkirin ji bo Dengê Amerîka nîrxand û wiha got:

"Zextên ku li ser HDP’ê hene heke li ser partîyeke din heban, ana ew partî parçe parçeyî bûbû. Lê HDP partîyeke gel e, ji bo vî jî bi tiştên wiha bê hêz nakeve zêdetirîn bi hêzî dibe."

Taşçier li ser gotûbêjên girtina HDP’ê jî sekinî. Li gorî Taçier daxwazên Serokê AKP Erdogan Serokê MHP Bahçelî bilêv dike:

"Bahçelî bi van qisên girtina HDP daxwazên AKP'ê tîne cî. AKP girtina HDP zêde nikare bîne ziman, ji bo ku di dilê her Kurdekî de HDP heye. Heke HDP bê girtin dibe ku Kurdên ku deng dana AKP ji wê derê veqetin."

Raporta Enqerê 24 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00

XS
SM
MD
LG