Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Ocalan: Dewlet Korona ji Xwe re Kiriye Fersendekê


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku heta niha 6,102 kes jiber nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe ji dest dane.

Dîsa, hejmara nexweşan nêzîkî 258 hezar e û kesên ku ji vê nexweşîyê rizgar bûne jî ji 236 hezarî pirtir e û heta niha 6 mîlyon testên korona hatine çêkirin.

Li Tirkîyê cara yekê pênc meh berê pêketina yekê ya korona hatibû dîtin, lê bi rakirina tesbîrên pêşîgir hejmara bûyeran pêketinê dîsa bilind bûye.

Hikûmeta Tirkîyê dibêje ku her tişt di rê de ye, lê opozîsyon rexne li hikûmetê digire ku nikare peyvajoya dijî belavbûna korona bi rê ve bibe.

Parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Omer Ocalan dibêje ku desthilata sîyasî vê rewşa pandemîyê ji xwe re kiriye fersendekê.

“Di stratejîya desthilatê de fersendperestî heye. Em dibînin ku dewletê nexweşîya COVID-19 jî jibo xwe kirîye derfetekê. Bi henceta pandemîyê her roj li ser partîya me HDP’ê êrîşan tîne, astengîyan derdixe û qayuman datîne.”

Li gor Ocalan, di dema vê nexweşîyê de bi hezaran sûcdar hatin berdan, lê girtîyên sîyasî jî hîn li zindanan tên girtin.

“Ev nexweşîya COVID-19 ji hemî mirovan re êşeke mezin e, lê em dibînin ku desthilata Tirkîyê li vê derê jî cudahî xist nav mirovan. Sîyasetvanên Kurd li girtingehê hîştin û yê ku dizî û destdirêjî kirine jî berdan. Eva jî durûtîyeke mezin e.”

ED_23_08_2020_Pandemî_HDP_Omer_Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

XS
SM
MD
LG