Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

11 Dosyayên Ser Parêzbendîyên Parlamenterên HDP'ê li Parlamana Tirkîyê Ne


Pervin Buldan

Medya Tirkî dide zanîn ku 11 dosyeyên ser rakirina parêzbendîyên parlamanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li parlamana Tirkîyê ye.

Fezlekeyên ser parlamanteran niha di destê Komîsyona Dad û Qanûna Bingehîn de ne.

Bo parlamanterên HDP'ê, Dilşat Canbaz Kaya, Ayşe Surucu, Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Şevîn Coşkun, Mensur Işik, Nuran Îmîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Remzîye Tosun dosyeyên parêzbendîyan hatin hazir kirin.

HDP ê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12'yê Hezîranê de bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbe banga meşê kiribû, lê jiber ku polîsan destûr nedabû meşê girjî çêbûbû.

Wezîrê Naxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îdîa kiribû ku Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz dirêjî polîsan kiriye.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan îro Sêşemê li komcivîna partîya xwe da zanîn ku partîya wan hêvî ye û ewê bi qedexe û astengkirinan dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG