Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP’ê Gunay: Bi Dijmintîya Kurdan Desthilata Pûçbûyî Didomînin


Ebru Gunay
Ebru Gunay

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay, civîna heftane de li navenda giştî ya partîya xwe ragihand ku li Tirkîyê desthilatî bi dijmintîya Kurdan dixwaze bi sazûmaneke pûç temenê xwe bidomîne.

“Ji dema berê heta niha ev dewlet hînî tiştekî bûye. Bi dijmintîya Kurdan dixwaze jîyana xwe bidomîne. Lê ev sîstem êdî pûç bûye û ketiye bin perên mafya û çetayan. Yên ku karê mafya û çetetîyê jî kirine bi gotinên wek welat, netew û ala dixwazin ku xwe paxij bikin.”

Gunay, li ser daxuyanîyên Sedat Peker yên derheqa Wezîrê Karê Hundir yê Tirkîyê Suleyman Soylu got ku hikûmeta Tirkîyê bi tevahî ketiye destê çeteyan.

“Serokekî mafyayê di derheqa Sulayman Soylu de hin tiştan dibêje. Dîyar e ku bi hevre gelek kar jî kirine. Lê mixabîn Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî dibêje Soylu ne tenê ye. Em jî baş dizanin ku êdî ew sîyaseteke bi mafyayî û mafyayeke jî sîyasîbûyî heye.”

Gunay, li ser hilbijartina seroktîya Sûrîyê jî got ku ew hilbijartin ne rewa ye û hîn jî pirsgirêka Kurdan bi qatqatî didome.

“Hilbijartina Sûrîyê tenê li heremeke biçûk hate çêkirin, ne lî hemî Sûrîyê. Besar Esad, bi vê hilbijartinê dixwaze ku desthilata xwe careke din bidomîne. Hemû deng û vîna gelê Sûrîyê di vê hilbijartinê de cî nagire, jibo vê jî ev hilbijartin ne meşru ye.”

ED_28_05_2021_Ebru_Gunay_HDP.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG