Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hiqûqzan Prof. Koker: Girtina HDP’ê Pirsgirêka Kurd Çareser Nake


Piştî şerê 10’ê Sibatê yê di navbera Artêşa Tirkîyê û hêzên Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) li çîyayê Garê ku girêdayî Herema Kurdistana Îraqê û di bin kontrola PKK’ê de ye qewimîbû xwestina girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) careke din hat rojeva Tirkîyê.

Serokê Partîya Tevgera Netewperwer(MHP) Devlet Bahçelî dîyar dike ku têkilîyên Partîya Karkerên Kurdistanê bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) re heye û daxwazê ji dadgehên Tirkîyê dike da ku HDP were girtin.

Lê partîya desthilatdar Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) heta niha li ser banga MHP’ê daxuyanîyeke eşkere nedaye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bangên girtina partîya xwe nirxand.

“Bangên jibo girtina HDP’ê dê têkçûna desthilata AKP’ê zûtir bike. Bila kerem bikin xwe biceribînin,” Sancar got.

Gelo girtina HDP’ê li gor qanûnên Tirkîyê çiqas pêkan e? Berîya niha li Tirkîyê girtina partîyên sîyasî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) çi ne?

Pisporê Qanûna Bingehîn Hiqûqzan Prof. Dr. Levent Koker dibêje ku li gor makezagona Tirkîyê girtina partîyên sîyasî bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn pêkan e.

“Dema em li biryarên berê yên girtina partîyên sîyasî yên Dadgeha Qanûna Bingehîn dinêrin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ji bilî partîya REFAH’ê biryarên hemî girtinên partîyên sîyasî Tirkîye neheq dîtiye û ew wek biryar wek binpêkirina rêxistinbûnê û biryarên dijî Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupa bi nav kirine.”

Koker beramber îhtîmala girtina HDP’ê jî bawer dike ku ECHR wê heman biryarê jibo vê partîyê jî bide.

“Li Tirkîyê dema ku em li partîyên ku pirsgirêka Kurd di qada sîyasetê de tînin ziman û piştre jî hatine girtin dinêrin, ECHR’ê di hemî biryarên xwe de Tirkîye neheq ditîye.”

Prof. Koker bawer dike ku bi girtina HDP’ê pirsgirêka herî mezin ya pêşîya demokratîkbûna Tirkîyê de pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin.

MEB_19_02_21_Girtin_HDP_Prof_Koker
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG