Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP di Salvegera Girtina Parlamenterên Xwe de Protestoyan li Dar Dixe


Parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dijî girtina parlamenteran û tayînkirina qeyûman bo şaredarîyan li pêş meclîsa Tirkîyê û Dadgeha Qanûna Bingehîn protesto li dar xistin.

Parlamenteran dîyar kir ku li ‘’Tirkîyê ser kesên hilbijartî zext û zordarî heye.’’

Di serî de hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek rêvebirên din yên wê partîyê, par di 4’ê Mijdarê de hatibû desteser kirin û piştre hatibûn girtin.

Parlamenterê HDP’ê Ahmet Yildirim, di daxuyanîya li pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn de dîyar kir ku di 4’ê Mijdara 2016’an de ‘’dijî siyaseta rêwa ya sîvîl ya demokratik darbe pêk hatiye’’

‘’Di roja 4’ê Mijdara 2016’an de di ser partîya me re dijî jîyana sîvîl ya li welêt darbe pêk hat. Her çiqas wê demê armanc wek ku partîya me be xuya kir jî ya rast armanc darbeya dijî siyaseta sîvîl, pergala qanûnî û raserîya hiqûqê bû’’ Yildirim got.

Ji 4’ê Mijdara 2016’an vir ve heta niha 15 parlamenterên HDP’ê hatin girtin û 9 ji wan hîn di girtîgehê de ne.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Filiz Kerestecioglu jî da zanîn ku ‘’Tirkîye bûye girtîgeha parlamenteran’’

‘’Li welatekî rikeberî ji kê çêdibe? Ji parlamenteran, rojnamevanan, akademîsyenan, jiyana sîvîl û ji jinan. Gava em dinêrin ku kî tê darizanindin, em dibînin ku parlamenter, rojnamevan û akademisyen girtî ne’’ Kerestecioglu got.

Ji alîyê din ve, hejmara şaredarîyên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) yên ku bo wan qeyûm hatiye tayin kirin gihaşt 94’an û 71 hevşaredarên wan şaredarîyan di girtîgehê de ne.

Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar, ku bi pisporîya ser hiqûqa qanûna bingehîn tê nasîn, dîyar kir Dadgeha Qanûna Bingehîn bi vî awayî îçtîhadên xwe red dike û divê parlamenter demûdest werin berdan.

XS
SM
MD
LG