Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Dijî Wê Hazirîya Provakasyonan Heye


Li Enqerê pêşîya Navenda Giştî ya HDP’ê, welatîyek ku ser nifûsa bajarê Erzurimê navçeya Tekmanê ye, di gel gelek polîsan ve, jibo keça xwe ya winda, xwast konek vede û çalakîyeke runiştinê bide destpê kirin.

Demeke dirêj e ku li pêşîya baska HDP’ê ya bajarê Amedê jî hin dayîkan dest bi çalakî kiribûn û ji HDP’ê daxwazên zarokên xwe dikirin.

Di rojên borî de jî ev dayîk hatibûn pêşîya Navenda Giştî ya HDP’ê û xwestibûn ku çalakîyeke li dar bixin.

Îro jî yek ji wan kesan xwest ku li pêşîya Navenda Giştî ya HDP’ê kon vede. Lê rêvebirên HDP’ê bertêk nîşan dan û li hemberî vî jî çalakîyek pêk anîn.

Parlamanterê HDP’ê Kemal Bulbul got ku HDP rê nade provakatoran.

“Îro li pêşîya navenda giştî ya partîya me, bi çavdêrîya dewletê tê xwestin ku provakasyon çêbin. Kesê ku Denîz Poyraz kuşt, bi alîkarîya polîsan anîn pêşîya partîya me. Yên ku wiha dikin bila baş bizanibin ku em gel in û ti kes nikare vîna gel bişkîne,” Bulbul got.

Desteya Rêvebirîya Navendî ya HDP’ê jî daxuyanîyek da û ev yek wek provakasyonên ser HDP’ê bi nav kir.

HDP’ê got ku ev êrîş ne tenê ser wê ye, ew herwiha binpêkirina demokrasîyê ye.

ED_16_09_2021_HDP_Kon_Bertek
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00

XS
SM
MD
LG