Berdevikê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Gunay Kubîlay dîyar kir ku di protestoyên dijî qayumên bo Amed, Mêrdîn û Wanê de bi qasî 500 kes hatine desteser kirin.
Kubîlay da zanîn ku polîsan dema mudaxaleyî protestoyan kiriye êrîş biriye ser parlamanterên HDP’ê jî.
‘’Bi dehan kes birîndar bûn. Mîna ku dixwestin parlamanterên me lînç bikin êrîş birin ser wan. Bawer bikin di bedenên wan de gelek şopên copan hene’’ Kubîlay got.
Wî ser bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê da zanîn ku ‘’darbeyeke sîyasî ye’’ û îdia kir ku belge nîşan didin ku dewletê ji berê de hazirîya erkdarkirina qayuman kiriye.