Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê 3 Şaredarên Din yên HDPê ji Kar Dûr Xistin


Bi biryara Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê şaredarên Colemêrg, Gever û Nisêbinê ji kar hatine dûrxistin.

Di 15ê mehê de şaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, hevşaredarên Geverê îrfan Sarî, Remziye Yaşar, hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz, Ferhat Kut di çarçobeya operaysona terorî de hatin binçav kirin û piştî sê rojan bi heceta "propagandaya terorê, endmatiya terorê" hatin girtin.

Beşdariya protestoyên li dijî qedexekirina derketina derve weke hiceta endmatiya rêxistina terorê hatiye qebûl kirin. Herwiha beşdariya protestoyên li dijî qayuman jî weke propagandaya rêxistina terorê hatiye destnîşan kirin.

Berdevkê HDPê Gunay Kubilay di daxuyaniyek de biryarê şermezar dike û dibêje tu hevalek wan ne sûcdar in bilakîs jiber ku sucên desthilatiyê eşkere dikin, dizî û karên wan yên gendel derdixin tên ceza kirin.

Bi biryara Wezaretê hejmara şaredariyên HDP yên ku qayum tayin kirin bû heşt.

KHF_10_18_2019_3_Qayum
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00


XS
SM
MD
LG