Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salîm Kaplan: Hikûmet bi Destdanîna Ser Şaredarîyên HDP'ê, Neyartîya Dijî Kurdan Didomîne


Kurdên li Amedê ku destdanîna ser bajarvanîyên xwe protesto dikin (Arşîv)
Kurdên li Amedê ku destdanîna ser bajarvanîyên xwe protesto dikin (Arşîv)

Wezaretê Karê Navxweyî ya Tirkîyê roja Duşemê qayum danî ser şaredarîyên HDP'ê yên li bajarê Batmanê û Farqîn, Lîce, Erxenê, Egil (Amed), Norşîn (Betlîs), Goxçebax (Sêrt) û Halfelî (Îdir).

Salîm Kaplan
Salîm Kaplan

Salîm Kaplan, Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê ji revêbirîyên heremî berpirs, ji Dengê Amerîka re got ku di demeke pir dijwar de, ku tendirustîya cîhanê jiber korona di rewşeke xeter de ye, hikûmet dijî Kurdan sîyaseteke neyarane dimeşîne.

“Hikûmet bêhiqûqîyê û neyartîya dijî Kurdan mêzin dike. Di rewşeke wiha awarte ya tendirustîyê de, gel nikarê bertek nîşan bide û AKP ji wekî fersendek ew operasyonên li diji şaredarîyên me çêdikê.”

Kaplan bi berdewamî dibêje ku li hemî cîhanê seferberîyek heye û herkes bi hevkarîye dixwaze çareserîyekê ji vîrusa korona re bibîne, lê hikûmeta AKP'ê di wî warî de baş kar nake.

“Gel ji helwesta AKP'ê ya hember korona nerazîbuna xwe nîşan dide û ew bi destdanîna ser şaredarîyên HDP'ê, dixwaze rojevê biguherê.”

RI_03_24_2020_Salîm_Kaplan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG