Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) “Rapora Saleke ya Qayuman” li navenda giştî ya partîyê, li Enqerê bji bîragiştî re eşkere kir.
Rapor ji alîyê cîgirê hevserokê giştî yê HDP’ê Garo Paylan, berdevka komîsyona rêvebirîya şaredarîyan Hedîye Karaaslan û endamê wê komîsyonê Yunus Parîm re hat pêşkêş kirin.
Di raporê de tê gotin ku xeletîyên qayuman bê ceza dimînin, ew xizmetên baş nakin û ew tundî dikin.
Paylan ser van xalên jorîn sekinî û bang li karbidestan kir ku partîya wî sûcdar neke.
“Dema qayum ser şaredarîyên me datînin, dixwazin me tawanbar bikin. Lê ez bang li Wezîrê Karê Hindur Suleyman Soylu û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan dikim ku nema me sucdar bikin û belgeyên şaşitîyên me nîşan bidin, lê heta niha jî wan yek belge nîşan nedaye.”
Karaaslan jî danîna qayuman wek dagirkirina şaredarîyan bi nav kir.
“Hikûmeta AKP’ê du caran maf û vîna gelê Kurd dagir kir. Ya yekê di 11’ê Îlona 2016’an de, ya duyê jî 19’ê Gelawêja 2019’an de pêk hat. Kurd bi van dagirkirina ji hemwelatîyê hatin durxistin.”
Parîm jî ser rapora ji Dengê Amerîkayê re got ku di danîna qayuman tenê jibo dizî û perexwarinê hatiye bikaranîn.
“Qayum li cîhekî xizmet nakin, bi çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd re alaqadar in û karê wan tenê xwarin û dizî ye.”