Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 13 Partî Destdanîna ser Bajarvanîyên HDP’ê Şermezar Kir


Hikûmeta Tirkêyê di nav hefteya borî de dest danî ser pênc şaredarîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û li şûna wan qayum danî.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ew biryar wek darbeya desthilata sîyasî bi nav kiribû.

13 partîyên sîyasî bi daxuyanîyeke hevbeş dest danîna ser bajarvanîyên HDP’ê şermezar kirin û ew gav wek gaspkirina şaredarîya dîtin.

Ev 13 partî ji vanan pêk tên: Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Partîya Şoreşker, Partîya Kedê (EMEP), Partîya Sosyalîst ya Tênçewsandin (ESP), Partîya Çep, Platforma Hevkarîya Sosyalîst (SODAP), Partîya Rizgarîya Sosyalîsta Di Nû De (SYKP), Partîya Rizgarîya Civakî (TOP), Partîya Karkerê Tirkîyê (TİP), Partîya Komunîstên Tirkyê (TKP), Partîya Dahatû ya Çep û Keskan, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Malên Gel.

Keskîn Bayindir
Keskîn Bayindir

Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji Dengê Amerîka re got ku ew biryar dijî demokrasî ye.

“Bi destê desthilatîya AKP-MHP’ê tê xwestin ku vêna gelê Kurd were fetisandin. Lê ew bila vîya baş bizanibin ku pişandina qayuma wê têkoşîna gelê Kurd lawaz neke û Kurd dê her gav serkevin.”

Di roja 16’ê Gulanê de dema qayum hate pîşandin, partîyên Kurdistanî jî piştgirî dabûn HDP'ê û ev êrîş şermezar kiribûn. Bayindir hevkarîyên partîyên Kurdistanî û 13 partîyên din jî wiha rave dike:

“Em 13 partî berî her tiştî van êrîşên ser şaredarîyên HDP’ê wek êrîşên ser gelê Kurd dibînin û şermezar dikin. 15’ê Gulanê jibo Kurdan Cejna Zimanê Kurdî bû. Ew roj qayum hate pîşandin. Ev ji Kurdan re mesajek bû. Lê dîsa ew roj hemû partîyên Kurdistanî hatin ba hev ê ew helwesta AKP û MHP ya dagirker şermezar kirin.”

ED_05_19_2020_Keskîn Bayindir_DBP
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00

XS
SM
MD
LG