Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Dest Danîn Ser 5 Bajarvanîyên Din yên HDP'ê


Wezaretê Karê Navxweyî ya Tirkîyê îro Duşemê qayum danî ser şaredarîyên HDP'ê yên Batman, Farqîn, Lîce, Erxenê û Egilê.

Polîsan avêtin ser malên şaredarên û hevşaredarê Batmanê Mehmet Demîr, Songul Korkmaz, ya Farqînê Naşîde Toprak, yê Erxenê Ahmet Kaya û yê Egilê Mustafa Akkul jî desteser kirin.

Mîthat Sancar
Mîthat Sancar

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li ser qayuman daxuyanîyek da û biryara hikûmetê bi tundî şermezar kir.

“Hikûmeta desthilat vîrusa koronayê wek fersend dibîne û qayuman tayîn dike. Ev kiryar li dijî sîyaset û ehlaqê ye û ne tenê gaspkirina şaredarîyan e, lê herwiha tunehesibandina demokrasî û îradeya gel e.”

Sancar bi berdewamî got ku biryarên bi vî rengî li ser civakê gefeke mezin e û ev biryar civakê bê hêvî û reşbîn dike.

KHF_Qayum_Batman_Farqîn_03_23_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG