Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulhakîm Daş: Destdanîna Ser Şaredarîyên Demokrasîya Tirkîyê Binpê Dike


Li Tirkîyê partîyên opozîsyon û rêxistinên sîvîl, demokrasîya Tirkîyê di bin asteke xetere de dibînin û di vî warî de jî gumanbarîya wan her roj zêde dibe.

Rojên çûyî li ser binpêkirina mafên mirovan û lawazkirina demokrasîyê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) raporek amade kiribû. Di vê raporê te tê ragihandin ku, binpêkirina maf û cezakirina derbirîna ramanê li Tirkîyê her ku diçe zêde dibe.

Xeyrî partîyên ku di bin Îtîfaqa Gel de ne, partîyên opazîsyonê jî di her platformê de nerazîbûna xwe tînin ziman.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) rewşa desthilatîyê bi tundî rexne dike û wek sîstemeke otorîterîzmê nîşan dide.

Serokê Giştî yê CHP’ ê Kemal Kiliçdaroglu, di pêşnîyara demokratîkbûnê de ser helwesta hikûmetê rawestîbû û gotibû ku qaşo desthilatî dijî derbeyan e” Lê, zagonên darbeya leşkerî hîn jî ji alîyê desthilata sîyasî ve tê karanîn.”

Piştî ku desthilatîyê dest danî ser şaredarîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ji gelek alîyan bertekên tund bilind bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ev êrîş wek darbeya sîvîl bi nav kir.

Kiliçdaroglu jî got ku yên ku bi hilbijartinê tên, divê bi hilbijartinê herin.

13 partîyên sîyasî jî destdanîna ser şaredarîyan wek dizî nîşan da.

Qewimandinên dawî ji alîyên rêxistinên demokratîk ve jî bi tundî tên rexne kirin. 90 rêxistin demokratîk, roja Sêşemê bi deklarasyoneke hevbeş destdanîna ser şaredarîyan HDP’ê şermezarî kiribûn.

Abdulhakîm Daş
Abdulhakîm Daş

Serokê Platforma Komelên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm ji Dengê Amerîka re got ku rêvebirîya Tirkîyê bi gavên ku davêje demokrasîya welêt binpê dike.

“Destdanîna ser şaredarîyên HDP’ê ya di 15'ê Gulanê de yek ji wan gavan e. Em vê yekê napejirînin, loma jî em 90 komel û rêxistin hatin ba hev ku nerazîbûna xwe blind bikin. Desthilat pêwîst e ku rexneyên cidî bigire.”

ED_05_20_2020_Abdullhakîm_Daş
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:45 0:00


XS
SM
MD
LG