Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku wê di têkoşîna demokrasîyê de dest bi qonaxa duyê kir.
HDP’ê di 15’ê Hezîranê de, ji Colemêrgê û Edîrneyê dest bi “Dijî Derbeyan Meşa Demokrasîyê” dest bi qonaxa yekê kiribû û di 20’ê wê mehê de li baxçê parlamana Tirkîyê ew çalakî bi dawî kiribû.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, parlamanter û rêvebirên wê li hewşa parlamanê civîyan û bi daxuyanîyeke naveroka bernama têkoşîne eşkere kirin.
Sancar got ku di ewê di qonaxa duyan de “Hevdîtinên Demokratîk” pêk bînin. ”Ez bang li bîragiştî û rêxistinên demokratîk dikim ku em berxwêdana xwe bilind bikin û bi hevre bibin hêzeke damezirîner.”
Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier got ku ew vê care ji Enqerê destpê dikin û ewê serdana hemî sazî û rêxistinên demokratîk yên li seranser Tirkîyê bikin.
“Desthilata Tirkîyê her tişt xistiye destê xwe û li ser gel zor û zextî pêk tîne. Em wek HDP’ê, vê helwesta desthilatîyê napejirînin. Ev pêngava me ya duyê dijderketina wê yekê ye. Heta ku em bigîhejin armanca xwe emê çalakîyên xwe bidomînin.”