Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Meşa Xwe li Enqerê Dawî Kir


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku di 15'ê Hezîranê de li Colemêrg û Endîrneyê dest bi meşa “Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê” kiribû, roja Şemîyê li Enqerê bi preskonferansekê ew rêdeçûn dawî kir.

Di baxçeyê parlamana Tirkîyê de, hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, dîsa parlamanter, rêvebir û endamên wê û nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn.

Her du hevserokan bi hevre daxuyanî dan û ragihandin ku ev meş jibo demokratîkbûyîna Tirkîyê bû û daxwazên gel jî demokrasî bû.

Sancar di aqaftina xwe de wiha got:

“Me bi du milî de; yek ji Colemêrgê ya din jî li Erdîrneyê dest bi meşê kir. Di her du guzergehê meşa me de car din dîyar bû ku gelê me demokrasîyê, dadê û aştîyê dixwaze. Emê jî ji vî şundatir daxwazê gelên xwe di vî warî de bi cîh bikin.”

Di vê meşê de daxwazeke girîng jî jibo çareserkirina kêşa Kurd hatiye rojevê. Di vî warî de Pervîn Buldan jî wiha axivî:

“Gelê me bi her awayî piştgirî da me. Em bi gelek rêxistina re civîyan. Me tişte dît ew jî gelê me êdî dixwaze pirsgirêka Kurd bi awayekî aştîyane çareser be. Em jî wek HDP li vê derê bangî rayedaran dikin werin vê meselê em pêkva çareser bikin. Di vî warî de çi bar bikeve ser milê me em amade ne.”

Dîlan Taşdemîr
Dîlan Taşdemîr

Parlamantera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî hem birêveçûna meşê û hem jî encama meşê ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Me bi vê meşê xwest ku daxwazên gel derxînin pêş. Li ser guzergeha meşa me de dewlet her çiqas astengîyan derxe jî, gelê me bi her awayî piştgirî da me. Gel aştî, demokrasî û dadmendî dixwaze.”

Taşdemîr li ser encama meşê jî got ku tundîya ku li ser gelê Kurd û gelê Tirkiyê tê meşandin dijwartir dibe. “Me bi vê meşê xwest ku balê bikşînin ser van tundîyan. Her çi qas astengê li pêşîya me were çêkirin jî, em bi şiklekî giheştin armanca xwe. Dê ji vî şundatir jî çalakîyên me bidomin."

XS
SM
MD
LG