Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê bo Protestokirina Givaştinan li Parlamanê Dest Bi Çalakîya Rûniştînê Kir


Parlamana Tirkîyê piştî sê mehan, îro careke din vebû. Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar û parlamanterên wê partîyê li parlamanê daxuyanîyek ser operasyonên dawî dan.

Her du hevserok ev operasyonan wek biryareke sîyasî nîşan dan û gotin ku armanca desthilatîyê lawazkirina HDP’ê ye.

“Bila desthilatî baş bizanibe ku HDP partîya gel e, heke bi êrîşa bihata çavtirsandin heta niha zû de tunebûbû. Herkes dibîne ku HDP her roj bi hêztir dibe. Emê dijî van êrîşan ti car serê xwe netewînin,” Sancar got.

Piştî daxuyanîyê li derve, parlamanterên HDPê li hindurê meclîsê dest bi çalakîya rûniştinê kir.

Bi alîyekî din ve, dema Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di derheqa 82 kesan de biryara desteserkirinê da, gelek piştgirî jî HDP'ê re hatin.

Parlamanterê HDP'ê Îmam Taşçier van piştgirîyana jibo pêşxistina demokrasîya Tirkîyê girîng dibîne.

“Li ser HDP'ê her dem zor û zext hebûn. Dîsa li ser gelek şaredarîyan qayum hatin danîn, hevserok û şaredarên HDP’ê hatin girtin. Lê ev çara yekê ye ku HDP ev qas piştgirî digire. Ev jî jibo pêşxistina demokrasîya Tirkîyê girîng e.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00

XS
SM
MD
LG