Serdozgerîya Dadgeha Bilind ya Tirkîyê jibo girtina HDP’ê cara duyê doz vekir.
Dozgerî di doznameya nû de dixwaze ku nêzî 500 rêvebir û endamên HDP’ê ji qada sîyasetê werin qedexe kirin û herwiha hesabê banqê yê HDP’ê jî têkeve bin kontrola dewletê.
Parlamanterê HDP’ê yê Elihê Mehmet Ruştu Tiryakî dibêje ku ew biryar bi tevahî sîyasî ye.
“Doza ku di derheqa partîya me de hate vekirin jixwe tevahî sîyasî bû, lê ev doza duyê hîn pirtir sîyasî ye. AKP dixwaze ku bi van êrîşên girtinê, partîya me tune bike.”
Tiryakî bal dikşîne ser dema her du daxwazên qedexekirina girtinê û wan wek peyamekê dibîne.
“Peyama yekê jibo MHP’ê ya û ya duyê jî jibo jibo tolhildanê bû. Gava biryara girtina HDP’ê hate dayîn, rojek şunde kongreya MHP’ê hebû. Ev girtin jibo MHP’ê xelatek bû. Lê ya duyê jî di 7ê Hezîranê de bû. Di hibijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê benda hilbijartinê derbaz kiribû û AKP’ ê jî bi tena serê xwe nikaribû ku bibe desthilatdar. AKP hîn jî ji HDP’ê tola wê hilbijrtinê hildide.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku doza yekê ya girtina HDP’ê di 17’ê Adara 2021’an de ji alîyê Serdozgerê Dadgeha Bilind ve hatibû amade kirin û pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibû kirin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn jiber hin kêmahîyan ew dozname paşde şandibû û piştî nûkirina doznameyê Serdozgerêîya Dadgeha Bilind cara duyê doza girtina HDP’ê vekir.