Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Kaçmaz: Makezagona Tirkîyê Hîn Hebûna Kurdan Qebûl Nake


Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû ku li Tirkîyê pirsgirêka Kurd tuneye jiber ku wan pirsgirêk ev çareser kir.

Hiqûqzan û parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz gotinên Erdogan bi tundî red dike.

“Li gor xala 66’an ya zagona bingehîn ya Tirkîyê, Kurd nayên hesibandin loma hemû pirsgirêk bi qanûna bingehîn destpê dike. Li gor makezagona Tirkîyê hemî kesên ku li Tirkîyê bi hemwelatî dijîn Tirk in. Dema dibêje Tirk in, hîngê hebûna Kurdan qebûl nakin û ew jî pirgirêka Kurd derdixe holê.”

Kaçmaz bawer dike ku helwesta dewletê dide sedem ku kompanîyên taybet jî bi heman wayî Kurdan tune bihesibînin û ew helwesta herî zêde ser zimanê Kurdî xuya dibe.

“Îro zimanê Kurdî bi fermî nayê pejirandin loma jî kompanîyên taybet jî wek dewletê dikin. Wek Nimûne kompanîyên ku xizmete telefonê (GSM) didin bi Kurdî xizmet nakin, lê em dizanin ku ji bo pênaberên Sûrî bi Erebî xizmetê didin. Ev jî tune hesibandina Kurdî nîşan dide.”

Kaçmaz bi bîr tîne ku wî nedana xizmetên bi zimanê Kurdî ya ji alîyê kompanîyên GSM ji parlamanê re pirsî, lê heta nihajî ti bersîv nehatiye dayîn.

ED_30_11_2020_Huseyin_Kaçmaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00

XS
SM
MD
LG