Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Erdogan Bila Bizanibe ku Kurd Êdî Rê Nadin Wî


Meclîsa Jinê ya HDP’ê îro li Navenda Giştî ya HDP’ê civîya. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya Batmanê nîrxand.

Buldan ragihand ku Erdogan gava diçe ber derên Kurdan êdî ti gotineke wî nemaye.

Di Meclîsa Jinê ya HDP’ê de bi giştî li ser xebatên HDP’ê yên li ser kêşeyên jinê hate rawestandin.

Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran got ku niha li Tirkîyê vîneke zilaman ya yekdestî ji alîyê AKP’ê tê meşandin loma hevkarîya wan bi jinan re dê bidome.

"25 Mijdarê roja dijderketina tundîya ser jinê ye. Emê bi hêzeke mezin di vê rojê de li kolanan bin.”

Di 4 mijdarê 2016 an de li ser HDP’ê operasyonek hatibû çêkirin û Hevserokên HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin.

Dîsa, 11 parlamenterên HDP’ê û gelek serokê şaredarîyê yên HDP’ê jî hatibûn zindankirin û ser 10 hezarî jî endamên HDP’ê hatibûn binçavkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ku bi van êrîşan desthilatî dixwaze ku têkoşîna wan tasfîye bike.

Buldan, li ser serana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya Batmanê jî sekinî û ev serdan wiha rexne kir:

“Desthilatîya AKP’ê bi şiklekî despot êdî nikare li kolanan derkeve beranberî jina, opozîsyona demokratîk. Li hemberî Kurdan wek dijmin disekine. Di warê civakî de hemû meşrûbûna xwe winda kirîye. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan êdî nikare derkeve pêşberî gel, gava diçe derîyên Kurdan jî hîç vegotineke wî nemaye. Erdogan rojên borî çû Batmanê, bi mûzîka Kurdî xwast ku xwe li hemberî Kurdan şîrin dîyar bike. Lê bila hîç qusirê mêze neke yên ku êrîşî vêna Kurdan bike û sîyasetvanên wan bike zindanê êdî Kurd rê nadin wan.”

Berdevka Dewra TJA’yê sîyasetvana Kurd Ayşe Gokan 30 sal û 3 meh ceza girt. Buldan ev ceza dijî jinê Kurd û wek sîsayetek dijmînî nişan da. Buldan di vî warî de jî hişyarî da desthilatîyê û xwast ku bila desthilatî destê xwe ji êrîşên ser Kurdan vekişîne.

ED_10_11_2021_Pervin_Buldan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG