Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sancar: Dadgeh Dixwaze Em bi Dehan Hazar Rûpel di Hefteyekê de Bixwînin


Meclîsa Partîyê ya HDP’ê di bin seroktîya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan de li Enqerê civîya.

Di civînê de Sancar li ser doza girtina HDP’ê rawestî û got ku dadgeh di nav hefteke de dixwaze ku em bi dehan hezaran rûpelî bixînin û parastinê bikin.

Di mehên borî de HDP’ê “Deklarasyona Bangwazîya Demokrasîyê” ku ji 11 xalî pêk hatibû wek nexşeya çareserîyê û hevkarîya li gel partîyan weşandibû.

Di civînê de Sancar li ser vê deklarasyonê rawestîya û got ku ev deklerasyon jibo hemû hêzên demokrasîyê û wek nexşeyrêyeke ye.

Di hefteya borî de li gelek şarên Tirkîyê operasyon hatin çêkirin û nêzîkî 30 kesan mirov hatibûn binçav kirin. Sancar li ser van operasyona rawestîya û ev hewildana dewletê bi tundî rexne kir. Sancar nêrînê xwe wiha anî ziman:

“Operasyon ser operasyona qet nasekinin, her dem agahîyên binçavkirinê tên. Çend roj berê li Amed, Sêrt, Antalya, Enqere, Mêrdîn operasyon hatin çêkirin û nêzîkî 30 hevalên me hatin binçav kirin. Di nav vanan de hevgirê me, sendîkavan, dayikên aşitîyê, parlementerê me yên berê, disa Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst A Kurdistanê Bayram Bozyel jî heye. Eva 8 roje ku hê di binçav de ne. Ev girtina keyfî em napejirînin û dempûdest berdana wan dixwazin.”

Sancar li ser sedama van binçavkirinan jî got ku armanc ew e ku yên ku li derin çavê wan bitirsînîn.

“Lê, ev xeyaleke vala ye. Ti kes jî ji van binçavkirina natirsin. Ew çi dikin bila bikin em di rêya xwe de dimeşin. Di destê me de meşaleyên ronîkirinê û di dilê me de jî rasteqîna gel heye. Meşa me bi her awayî dê bidome.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di nava kesên binçavkirî de, parlamenterê HDP’ê yê berê yê bajarê Semsûrê Behçet Yildirim jî ye û bi “endamtîya rêxistina terorê” tê tawanbar kirin.

ED_12_11_2021_Mithat_Sancar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG