Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Dest bi Serdana Partîyên Sîyasî Kir


Hevdîtina HDP’ê û Saadetê
Hevdîtina HDP’ê û Saadetê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo çereserkirina kêşeyên Tirkiyê dest bi serdana partîyên sîyasî kir.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya gel wê cara yekemîn çû serdana Partîya Saadetê.

Li navenda Partîya Saadetê li gel Serokê Giştî yê Partîya Sadetê Temel Karamollaoglu û rêveberê vê partîyê civîyan.

Hevseroka HDP’ê Buldan piştî hevdîtinê bi daxuyanîyekê naveroka vê serdanê dîyar kir.

“Me serdana Partîya Saadetê kir. Berî vê serdanê jî me serdana Serokê parlamentoyê Mustafa Şentop kiribû. Em bi van serdanan dest bi bernameyeke nû ya demokrasîyê dikin.”

Armanca HDP’ê ewe ku bi partîyên opozîsyonê re hevdîtin çêke. Di daxuyanîya xwe de Buldan li ser vî jî sekinî û got ku ewê ji CHP’ê û Partîya Baş jî daxwaza hevdîtinê bikin.

“Em dixwazin pirsên Tirkîyê çareser bin. Emê ji CHP’ê û Partîya Baş jî randevu bixwazin. Di rojên pêşîya me de emê bi Partîya DEVA û Partîya Dahatû jî hevdîtinan pêk bînin.”

Hîjayî bal kişandinê ye ku ji alîyê desthilatîya Tirkîyê ve ser HDP’ê gefên girtinê hê jî didomin û ew serdan wek hewilên dijî wan gefan tên dîtin.

Alaattîn Firat
Alaattîn Firat

Di rojên pêşîya me de HDP dê serdana Partîya Dahatû bike ku ew dijî ser gefên girtina HDP’ê derdikeve.

Rêvebirê wê partîyê Alaattîn Firat got ku HDP partîyeke rewa ye.

“Heke Tirkîye welatekî demokratîk e, wê gavê jî her cure raman pêwîst e ku xwe bikaribe îfade bike. Lê, desthilatî êdî nikara Tirkiyê bi rê ve bibe, loma jî dixwaze bi tirsandina sîyaseta Kurd temenê xwe dirêj bike.”

ED_02_02_2021_Alaattîn_Firat
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00

XS
SM
MD
LG