Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Li Şengalê Divê Rêz li Îradeya Şengaliyan Bihê Girtin


Peyvdara Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay
Peyvdara Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay

Peyvdara Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna preskonferansa hefteyî de li ser hilbijardinan li Iraqê rawestîya. Gunay, anqaşt dike ku hêzên Herêma Kurdistanê bi hinceta hilbijardinê dixwaze ku derbasî Şengalê bibe.

Di 3 Gelawêjê 2014 an de DAEŞ’ê êrîş biribû ser Şengalê, gelek kes revandibûn û bi hezaran kes jî koçber kiribûn. Ji ber vê jî hin hêzên çekdarî li Şengalê rêveberî damezirandibûn.

Berdevka HDP’ê Gunay, Şingalê xwedî girîngîyeke dibîne û çûyîna hêzê Herêma Kurdistanê jî wihaw rexne dike:

“Li Iraqê hilbijartinek pêk tê. Di vê hilbijartinê de Şingal xwedî girîngîyeke mezin e. Hêzên Başûrê Kurdistanê ev hilbijartinê ji xwe re kirine hincet û hemû hêzên xwe yê leşkerî dişînin Şingalê. Heke armanca wan tenê hilbijartin be, gelo ji bo çi bi hêzên leşkerî ve diçin Şingalê. Hilbijartinê ji xwe re dikin hincet û dixwazin li vir wargehê leşkerî ava bikin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bangî hêzê navnetewî jî dike ku bila hemû dijî vê rewşê derkevin. Gunay pêdivî dibîne ku him hêzên Herêma Kurdistanê û him jî hêzên Iraqê li beranberî vêna gelê Şingalê rêz bigre.Gunay, vê yekê jî wiha dîyar dike, "Gelê Şengalê nîyeta wan baş nabîne. Loma jî bi yek dengî li hemberî vê yekê daketin qadan. Divê hemû hêzên navnetewî li dijî vê xeterê bêdeng nemînin û berpirsîyarîyê tevbigirin. Xweserî mafên Êzidîyane û divê hemû hêzên din destê xwe ji Şengalê bikşînin. Divê hêzên Başurê Kurdistanê û Iraqê rêz li îradeya gelê Şengalê bigrin. Şengal warê Şengalîyan e, tu mafê kesî tunene ku herin wê derê."

Li Iraqê hilbijartinan destpêkir. Li gorî jêderên Iraqê, jibo girtina ewlekarîya hilbijartinan li deverên Herêma Kurdistanê û Iraqê, hêzên ewlekarîyê hatine cîhkirin. Ji ber vê jî endamên hêzên ewlehîyê 2 rojn berî dengdana giştî çûn ser sindoqan dengê xwe dan.

Raporta Enqerê 08 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG