Jibo dubarekirina hilbijartinên Stenbolê yên 23 Hezîranê tenê mehek maye.
Disa di van hilbijatinan de wek berê, du berbijaran xurt hene. Berbijarê Tifaqa Mîllet Ekrem Îmamoglu û berbijarê Tifaqa Gel Bînalî Yildirim.
Pispor bal dikşînin ku jibo qezenckirina hilbijartinên Stenbolê, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dîsa partîya herî girîng e.
Cîgirê Hevserokê HDP’ê Azad Bariş ji Dengê Amerîka re qala hilbijartinên Stenbolê kir.
"Em girîngîyeke mezin didin Stenbolê jiber ku em li vî bajarî xwedîyê bingeheke xurt in û dengê me wê nîşan bide kîyê bibe bajarvanê nû yê Stenbolê".
Bariş dide zanîn ku nezî 1 mîlyon û 500 hezar hilbijerên wan li Stenbolê hene û ew baş rêxistinkirî ne.
"Endam û piştgirên me li gor polîtîkaya partîya xwe gavan davêjin. Jiber vê yeke jî em dixwazin rolekê mezin li Stenbolê bilîzin.”