Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Mam Celal di Dîroka Kurdan de Cîhekî bi Rûmet Girtîye


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jiber koça dawî ya Celal Talabanî peyama sersaxî weşand.

"Mam Celal hemî jîyana xwe daye têkoşîna azadîya gelê Kurd û cihê xwe yê birûmet li dîrokê girtîye. Em ji Xwedê dilovanî û jibo malbat û gelê Kurd sersaxî dixwazin," peyama HDP’ê got.

Navenda Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî peyamek belav kir û tê de got têkoşîna Mam Celal berdewam dike.

"Tevî ku Mam Celal çavên xwe li jîyanê girtibe jî, têkoşîna azadîya ku wî meşandiye, dilê gelê Kurdistanê germ dike, rêka Kurdan ronî dike û hêvîyên wan geş dike.”

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî xemgînîya xwe ji VOA re ragihandibû û gotibû ku bi mirina Mam Celal 40 mîlyon Kurd xemgîn e.

“Mam Celal ne tenê di nava civaka Kurd de, lê li tevahîya Rojhilata Navîn xwedî dîroekek paqij û mirovekî dîyalogê çareserî bû,” Baydemîr got.

XS
SM
MD
LG