Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantere HDP'ê Taşçier: Bawer Nakim ku Amerîka ji Sûrîyê Vekişe


Piştî biryara Donald Trump ya vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, rojeva Enqerê bi tevahî qulîpî ser vê mijarê.

Dema Trump ev daxûyanî li gelek welatan bertêk hatin dayîn û vekişîna Amerîka ji Surîyê wek xeletîyeke mezin hat nirxandin.

Ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî reaksîyineke heman rengî hat. Parlamanterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçîer xuya kirin ku ger Amerîka ev biryara vekişînê bi cîh bîne ewê bikeve kemîneke tevlihev.

Taşçier bal kişand ser pozîsyona Rûsya û Tirkîyê û got ku ger Amerîka tiştekî wiha bike, hîngê Rûsya dê li Rojhilata Navîn bibe hêza herî serekî.

“Em dizanin ku Qesira Sipî û Pentagon di van meseleyan de wek hev nafikirin. Ne pêkan e ku Amerîka ji Sûrîyê vekişe. Çend sal in ku Amerîkayê li wan deran razemenîyê jeopolîtîk çêkirîye. wan destketinên xwe ji Rûsya yan jî Tirkîyê re nehale.”

Taşçier dîyar kir ku ger Amerîka ji Sûrîyê vekişe, wateya wê ew e ku ew ji Rojhilata Navîn vedikişe û ew jî ne pir pêkan e.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG