Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Parlamana Tirkîyê Mustafa Şentop re kom bûn.
Sancar piştî hevdîtinê dîyar kir ku ‘’heta ku sîyaseta demokratîk zindî dimîne hêvîyên bo çareserkirina kêşeyan jî zindî dimînin.’’
‘’Me nêrînên xwe ji birêz Şentop re gotin. Me xwest ku bo meclîs roleke zêdetir bilîze ew jî di hin hewildanan keve.’’ Sancar got.
Wî bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biryara berdanê daye û da zanîn ku wan ji Şentop re gotiye ew li bendê ne ku kêşeyên wisa werin sancar kirin.
Ji alîyê din ve, Hevseroka HDP’ê û şandeya bi wê re serdana Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu kirin.
Buldan piştî hevdîtinê dîyar kir ku ew bi Karamollaoglu re ser mijarên sereke yên Tirkîyê axifîne.
Wê da zanîn ku danûstandinên di navbera partîyan de bo siberoja Tirkîyê girîng in û got ku wan dest bi qonaxeke wisa kiriye.
Partîya Saadetê jî bi daxuyanîyekê ragihand ku ew bi şandeya HDP’ê re ser kêşeyên Tirkîyê peyivîne.