Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP’ê Gunay: Aştî û Aramîya Tirkîyê Girêdayê Îmrali Ye


Berdevika Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqerê, ramanên ku di preskonferansa heftane de ser pirsgirêkên Tirkîyê ragihand.

Ebru Gunay di axaftina xwe de li ser tecrîdkirina Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan, sekinî .

“Tecrîda ser birêz Ocalan bandora xwe li ser temamîya Tirkîyê dike. Aşti û aramî bi rakirina tecrîdê ve girêdayî ye,” Gunay got.

Parlementer Gunay da zanîn ku wan di civînê pirgirêkên Tirkîyê - rewşa aborîyê, kêşaya Kurd, mafên astengdaran, binpêkirina hiqûqê û pîvanên mafên mirovan – nîqaş kiriye.

Wezîrê Malîyê û Xezînê yê Tirkîyê Lûtfî Elvan karvekişandina xwe û di wî de Nurettîn Nebatî hatibû erkdar kirin.

Gunay ev guhertina rexne kir.

“Wezîrê Malîyê û Xezînê Lutfî Elvan di derengê şevê de bi biryarnameyekî ji kar hate dûr xistin. Civak çareserîyê dixwaze. Ew, zava nebû Elvan, Elvan nebû Nebatî dibêjin. Bi guhertina wezîran krîz çareser nabe. Hunê hemû biçin. Pêwîste desthilat hemû kar vekişandinên xwe dîyar bikin,” Gunay got.

Gunay li ser sîstema hikûmetê ya serokomarîyê de jî axifî û wha got:

“Gava di sala 2018’an de hatin ser kar dolar 4.71 TL bû niha jî dolar derketîye 13-14 TL’yî. Ew dem sînorê birçîbûnê 1714 TL bû niha 3 hezar û 93 TL ye. Demokrasî jî di bin pîyan de ye.

Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in ku li Girava Îmraliyê girtîye.

Berdevika HDP’ê Gunay bal kişand ser vê mijarê û anî ziman ku pirsgirêka herî mezin ya Tirkîyê tecrîda ser Ocalan e. Gunay hestê xwe wiha dîyar kir:

“Li Tirkîyê bêhiqûqî her roj belav dibe. Îro li Tirkîyê pirsgirêkaeke herî mezin jî tecrîd e. Eleqeya tecrîdê herî zêde bi pirsgirêka Kurdan re heye. Çawa ku Kurdan û heqê Kurdan qebûl nakin, wiha jî qanûnên bingehîn binpê dikin û tecrîdê kûr dikin.

Li Îmraliyê ev 22 sal in bi awayekî sîstematîk tecrîdeke girangkirî li ser birêz Ocalan tê meşandin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet hatiye avakirin. Ocalan hem nikare bi malbata xwe re hem jî parêzerên xwe re hevditin bike. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Gunay bang li Rêxistina Civakî ya Sîvîl (CPT)’yê jî kir û got pêwîste ku erka xwe bi cîh bîke.

Her wiha, wê destnîşan kir ku aşitî û aramîya Tirkîyê girêdayê Îmralîyê ye.

“Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser temamî Tirkîyê dike. Îmrali wek laboratûvarekê tê kar anîn. Roj bi roj em dibînin ku aştî û aramîya Tirkîyê girêdayê rewşa li Îmraliyê ye.

Banga min ji hemû welatan û ji CPTyê re ye; heya ku tecrîd neyê rakirin, ti mirov li vî welatî ne ewle ye. Jibo ewlehîya vî welatî emê têkoşîna xwe xurttir bimeşînin, “ Gunay got.

Di preskonferansê de Gunay sîyaseta Tirkîyê jî şîrove kir û bang li hik û meta desthilatdar kir.

“Pêşîya gel negirin û demeke herî kinde hilbijartinê çêkin,” Gunay got.

XS
SM
MD
LG