Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Pêşengîya HDP’ê 8 Partîyên Sîyasî Bo' Îtîfaqeka Sêyê' Kom Bûn


Civina 8 partiyan li Enqere

Li paytext Enqera ya Tirkîyê, bi pêşengîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), 8 partîyên sîyasî roja Sêşemê ser ' îtîfaqeke sêyê' kom bûn û ev pêkanîna vê mijarê gotûbêj kirin.

EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP û TKP ku bi banga HDP'ê hatin bahev , piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî hat ragihandin.

Di daxuyanîyê de têkoşîna hevpar hat destnîşankirin û wiha hat gotin:

“Jibo demokrasî, hemwelatîya wekhev û têkoşîna hevpar emê gotûbêjên xwe bidomînin. Wek hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger barê ku bikeve sel milê me, emê pêk bînin .”

Li Tirkîyê bi giştî du îtîfaq – Îtîfaqa Gel û Îtîfaqa Milet- hene.

HDP û ev 8 partîyên çep û sosyalîst di nav van îtifaqan de cîh nagirin.

Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beşdarî vê civînê bûn. Ji her partîyên din jî di gel serokên partîyan, kesekî din jî beşdar bûn.

Cigirê Serokê Gruba HDP’ê Saruhan Oluç ev civîna ku jibo medyayê girtî hate kirin de agahî da rojnamevanan û wiha got:

“Di vê civînê de li ser aborîya Tirkîyê hate sekinandin. Lê, helbet ne tenê ev mijra. Hevdem, ser hilbijartinên sala 2023’yan jî hate sekinandin. Di hilbijartinê de helwesteke çawa wê bê girtin, hate nîqaş kirin. Bi kurtasî tevahîya pirsgirêkên Tirkîyê hate gotûbêjkirin.”

Di daxuyanîya ku encamên civînê hate destnîşan kirin bi berdewamî wiha aht gotin.

Polîtîkayên kedxwarî, talan û cihêkariyê yên îqtidarê dibin sedema xizanbûna hemû gelan û talankirina xwezayê.

“Li Tirkiyê krîzên civakî, sîyasî û aborî wek aşît mezin dibin. Polîtîkayên desthilatdarîyê cihêkarî, talan û dagirkerîyê dibin sedema xizanbûna hemû gelan û talankirina xwezayê û herwiha ser hemû kesên ku têne çewsandin de xwe dîyar dike. Ji van kesan her yek cureya mafan ji destê mirovan hatîye girtin û sirûşt hatîye talankirin. Jibo derketina ji vê rêçûnê emê hêvîyan mezin bikin, ewleyîyê bidin civakê û yekitîyê ava bikin.

Ev yek dikare pêşî li ber rejîma çewisîner bigire û pêşî li ber guherîn û veguherîneke demokratîk veke. Lewma em wisa bawer dikin ku hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê divê li dor têkoşîneke berfireh kom bibin.

Di vê çarçoveyê de, em li ser banga HDP’ê 18 Rêbendana 2022’yan de, civîyan. Armanca me eve ku emê têkoşîna hevpar bidomînin,bingehên van têkoşînan zêde û bi hêz bikin.

Me biryareke hevpar girt ku em wek hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger yên Tirkiyeyê divê li dor têkoşîneke berfireh kom bibin da ku û ew hem û bikaribin werin ba hev.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG