Serdozgerîya Komarî ya Enqerê îro Sêşemê ragihand ku di vekolîna ser baskê jinan yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo 50 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Karbidestên ewlekarîyê bi biryara serdozgerîyê li Enqerê 19 kes desteser kirin.
Bi vekolînê, karbidestên ewlekarîyê dê 31 kesên din yên li 13 bajaran bibin Enqerê.
Medya herêmî ya Amedê dide zanîn ku li bajêr bi qasî 20 jin hatine desteser kirin.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser desteserkirinan bertek nîşan da.
Berdevika Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran dîyar kir ku piranîya kesên hatine desteser kirin endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ne.
Başaran da zanîn ku hikûmeta Tirkîyê gava li asê dimîne, li şûna ku li hember tundûtûjîya dijî jinan bisekine, berê xwe dide ser zilma ser jinên têkoşer.
Wê dîyar kir ku îqtidara li Tirkîyê naxwaze ku jin kom bibin û dijî tundûtûjîya mêran têkoşînê bikin.