Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Başaran: Helwesta HDP’ê ya Hember Tundîya Ser Jinê Zelal E


Heftaya borî navê du parlamanterên HDP’ê bi tundî û destdirêjîya ser jinan ve ketin rojeva Tirkîyê.

Yek ji wan, parlamanterê Muşê Mansur Işik bû ku îdia heye ku tundî li ser hevjîna xwe kiriye.

Yê din jî parlamantere Mêrdînê Tuma Çelîk bû ku Dozgerîya Mêrdînê, bi îdiaya ku di sala 2018'an de destdirêjêya jineke kiriye, doz di derheqa wî de vekiriye.

Her du parlamanter jî li dijî van îdiayan derketin, lê Meclîsa Jinan ya HDP’ê dijî Işik û Çelîk lêpirsîna dîsîplînê vekir.

Berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran dibêje ku helwesta HDP’ê ya hember tundîya ser jinê zelal e û ji kê tê bila were, em dijî tundî û destdirêjîya ser jinê ne.

“Tundîya dijî jinan xeta sor ya HDP’ê ye. Niha lêpirsîna dîsîplînê didome û di pêşerojê de emê biryara xwe eşkere bikin. Bila ji helwesta HDP’ê ti şik û gumana jinan tunebe.''

XS
SM
MD
LG