Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP ''Nobeta Wîjdan û Edaletê'' li Wanê Didomîne


Parlementerên HDP'ê
Parlementerên HDP'ê

''Nobeta Wîjdan û Edaletê'' ya ku Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dabû destpê kirin, qonaxa xwe ya li Stenbolê jî temam kir.

Parlementerên HDP'ê, ku di nav wan de Osman Baydemîr, Adem Geverî, Dîlek Ocalan û Meral Daniş Beştaş hene, dê îro Sêşemê li Wanê dest bi nobetê bikin.

Nobeta Wanê dê 6 roj bidome û ewê parlementer piştre derbazî Îzmîrê bibin.

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay bang li gelê Wanê kir ku piştgirîya nobetê bikin.

''Em nobeta xwe ber bi Wanê ve dişînin. Ewê li wir jî 7 roj û 24 demjimêr bidome nobeta me. Ez bang li gelê Wanê, gelê Serhedê dikim, ewê me ji piştgirîya xwe mehrûm nekin'' Kemalbay got.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 10 parlementerên wê partîyê girtî ne.

XS
SM
MD
LG