Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Tundîya Ser Jinan li Tirkîyê Bê Ceza Dimîne


Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya HDP’ê preskonferansek li dar xist û li ser kuştin û tundîya jinan sekinî.

Başaran got ku kesên ku li ser jinan tundîyê dikin tenê % 45 ji wan têne cezakirin û yên din têne berdan.

Li gorî statîstikên rêxistênên jinan li Tirkîyê di her mehê de pirtir ji 30 jin têne kuştin û piştî betalkirina Peymana Stenbolê di tundîya ser jinan de jî zêdebûnek çêbûye.

Berdevka Meclîsa Jina ya HDP’ê Başaran got ku kesên ku pêdivî ye mafên jina biparêzin, êrîşî jinan dikin.

“Hema hema her roj li ser jinan tundî çêkirin. Li beranberî vê tundîyê jî sîyaseta cezanedanê tê meşandin. Di demên borî de kiryarên îstismarkirina zarokan û kiryarên destdirêjîyê li dadgehan hatin darizandin û tenê % 45 hatin cezakirin, lê yen din hatin berdan. Me di deklarasyonê de jî eşkere dîyar kiribû. Heke sîyaseta ku guhê xwe ji îstîsmarkirina jinanan re bigire, karê me bi wan re tunene.”

Li Enqerê di rojên borî de Endama Kordînasyona Jinên Cîwan Ezgî Orak ji alîyê Emnîyeta Enqerê ve hatibû binçavkirin, lê ev binçavkirin pêşî nehatibû pejirandin.

“Do hevala me Ezgî Orak li navenda Enqerê hate binçavkirin. Lê Emnîyeta Enqerê demeke dirêj ev binçavkirin nepejirand û got keseke wiha ne di binçavan de ye. Lê piştî ku bertek zêde bûn Emnîyeta Enqerê mecbûr ma û got erê Ezgî Orak di binçavan de ye. Ev jî rewşa ewlekarîya Tirkiyê gelek baş nîşan dide,” Başaran got.

Heman bûyer li ser parlamanter û cîgirê hevseroka HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî pêk hatibû.

Parlementera HDP’ê piştî ragihandina deklarasyonê gava çûbû mala xwe du kes hatibû pêşîya mala wê û gotibûn “Em polîs in û ji me re derî veke.” Lê Hatîmogullari her çiqas xwe wek parlamanter dîyar kiribe jî lê wan kesan ji bo vekirina derî înat kiribû.

Berdevka HDP’ê Başaran li ser vê bûyerê jî rawestîya û got ku di her warî de dixwazin li ser endam, rêvebir û parlamanterên wan tundîya bimeşînin û astengan derxînin. Başaran helwesta polêsan jî şermezarî kir.

ED_01_10_2021_Ayşe_Basaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG