Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP’ê Hatîmogulları: Em Girtina Zanayên Olî Şermezar Dikin


Serdozgerîya Komarî yê Stenbolê jiber lêpirsînekê li Stenbol û jimareke bajarên operasyonek li dijî zanayên olî li dar xist.

Di van operasyonan de 25 kes hatin binçav kirin ku di nava wan de serokê Komela Alimên Olî (DÎYA-DER) Ekrem Baran, rêvebirê Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK) Mehmet Nasir jî hene.

Cîgira Hevseroktîya HDP’ê û berpirsa bawerî û mafan Tulay Hatîmogullar, li navenda giştî ya partîya xwe pereskonferansek li dar xist û binçavkirina aliman şermezar kir.

“Tirkîye di warê netew û bawerîyê de erdnîgarîyeke dewlemend e. Pêkane ku li Tirkîyê aramî û aştî serkeve. Lê mixabin çend roj berê li bajarê Stenbolê û hin bajarên din operasyonek li ser alimên olî hate çêkirin. Ev operasyon ji alîyê partîya ku di nav wê de edelet û pêşvebirin heye, hate kirin.”

Piştî çar rojan, lêpirsîna zanayên olî jibo çar rojên din hate dirêj kirin. Hatîmogulları ev binçavkirina aliman wek neheqîyeke mezin ni nav kir û bangî civaka Îslam kir.

“Ez li vir bangî civaka misilman dikim: di kîjan ol û bawerîyê de neheqîyên wiha tên pejirandin. Desthilatîya AKP rê li ber hemî neheqîyan vedike û aştî û aramîya vî welatî betal dike. Heke îro em dengê xwe li ser van bê edeletîyan bilind nekin, wê gavê jî bêedeletî li her taxê welat de zêdetir be.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serdozgerîya Komarî biryar daye ku ev lêpirsîn nepenî bimîne loma jî hîn nayê zanîn ku ew 25 kes bi çi tên tawanbar kirin.

ED_08_07_2021_T_Hatimogullari
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

XS
SM
MD
LG