Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserok û Rêvebirên HDP'ê Dest bi Hînbûna Zimanê Kurdî Dikin


Tevî ku dijî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) doza girtinê were vekirin jî, ew partî xebatên xwe wek berê didomîne.

Di rojên çûyî de Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî tê de, parlamanter, rêvebir û endamên HDP’ê dest bi hînbûna zimanê Kurdî kir.

Ev çalakîya perwerdeya HDP’ê hem li Navenda Giştî û hem jî li nav rêxistinên xwecîhî yên HDP’ê wê bidome.

Tayîp Temel
Tayîp Temel

Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ji Dengê Amerîka re got ku hewildana wan ya ser zimanê Kurdî ne tiştekî demkî, lê karekî hergavî ye.

“Dewleta Tirk li ser zimanê Kurdî her cûre înkaran dimeşîne. Em wek HDP tim dijî vê înkaran derdikevin. Me niha çalakîyek li ser zimanê Kurdî destpê kir ku wê gaveke mayînde be.”

Temel, dergeqa naveroka vê xebatê dibêje ku ew li ser du xalan disekinin.

“Mijara yekê çalakîya berhevkirina îmzayan ya jibo zimanê Kurdîye. Bi vê yekê em hem li Tirkîyê û hem jî li Ewrupa îmza didin berhev ku zimanê Kurdî bibe zimanê resmî. Xala din jî ev e ku me dest bi perwerdeyha zimanê Kurdî kir. Hevserok, parlamanter û endamên me dê fêrî zimanê Kurdî bin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku du sal berê jî rêvebirên Enstîtûya Kurdî li parlamentoyê raporek radestî HDP’ê kiribû û ji partîyê xwestibû ku kesên Kurdîaxêf bibin hevserokên şarederîyan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00

XS
SM
MD
LG