Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxwaza Girtina Konsulxane û Du Ofîsên Dîplomasî ji Rûsya Dike


Heather Nauert berdevka wezareta derve ya Amerîka
Heather Nauert berdevka wezareta derve ya Amerîka

Wezareta derve ya Amerîka roja Pênşemê da zanîn ku Amerîka daxwaz ji Rûsya kirîye da ku, Konsulxaneya xwe ya San Francisco û 2 ofîsên Dîplomasî yên li Washington û New York hene bigire.

Weke wezareta derve dibêje ev biryar bersivaneke bo biryara Kremlin ya kêm kirina hejmara dîplomasiyên Amerîkî li Rûya.

Rûsya meha borî biryar dabû, hejmara dîplomasî û karmendên Amerkî kêm bike, ev hejmar pêwîste bû zêdetir ji nîva hejamara dîplomasiyan ku 455 kesin kêm bike, biryar ji aliyê Rûya de wî demî hat stendin dema Kongresê, bi piraniya dengan ambargoyên ser Rûsya erê kir bûn.

Heather Nauert berdevka wezareta derve ya Amerîka roja Pêşemê di daxûyaniyê de got "ev biryara Rûsî, ne di cî de bû, ewê bi şêweke giştî zirarê bide têkiliyên herdu welatan".

Berdevka wezaretê herwiha dibêje "weke bersivdanek bi heman şêwe bo Rûsya, wan jî, daxwaz ji Rûsya kirîye da ku, Konsulxaneya giştî li San Francisco û herdu ofîsên dîplomasî li Washington û New York heta 2î Îlonê dabixin".

XS
SM
MD
LG