Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) stratejîya xwe ya jibo hilbijartinên herêmî yên 2024’an eşkere kir.
Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dîyar kir ku rêvebirîya partîyê dixwaze ku ew li hemî bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe herin hilbijartinan.
Dogan got ku meclîsa partîyê wê ser pêşnîyara rêvebirîyê danûstandinê bike û biryara dawî bide.
‘’Bi stratejîya me ya hilbijartinê em bi hinekan wendakirin yan qezenckirin nadin, em bi xwe qezenc dikin. Bi çi, çawa emê qezenc bikin? Bi lihevkirina li bajaran.’’
Dogan got ku ewê bi lihevkirineke berfireh berbijaran derxin û guh bidin ser hemî dengan.
HEDEP’ê rojên borî dîyar kiribû ewê li bajarên ku lê li rêza yekê û li rêza duduyan e bi berbijarên xwe bikeve hilbijartinan.
Di serî de Stenbol li bajarên mezin yên Tirkîyê danûstandinên ser hevkarîya jibo hilbijartinan didomin ku yek ji şertên HDP’ê erkdarnekirina qeyuman e.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha HEDEP’ê tê zanîn, di hilbijartinên 2019’an de li rojavayê Tirkîyê stratejîya xwe ser gêrkirina partîya desthilatdar ava kirûbû û li bajarên wê herêmê berbijar dernexistibû.
Jêder: Ajansa Mezopotamya