Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Û Artêşa Niştîmanî ya Lîbî Gefan li Hev Dikin


Fayez al-Sarraj û Erdogan
Fayez al-Sarraj û Erdogan

Wezîrê Berevaniya Tirkî Hulusî Akar roja Yekşemê ji Enqerê ragihand ku her êrîşek ji aliyê hêzên Xelîfe Hefter ve bo ser berjewendiyên Tirkiyê pêk bihê li Lîbya, ewê bersivê bidin wan êrîşan.

Tirkiyê ev yek ragihand piştî ku Leşkerî Niştîmanî yê Lîbya bi fermandarîya Xelîfe Hefter ragihand bû ku ewê berjewendî û keştiyên Tirkiyê li Lîbya bikin armanca xwe.

Akar bo Anadolu Agency ya nêzîkî dewletê gotiye"Dê Lîbya cezayekî giran bistîne dema ku her helwestek yan êrîşek dojminkarî li dij Tirkiyê pêk bê, ewê bi rêyên pir bi bandor û bihêz ewê bersvê bidin".

Hêzên Xelîfe Hefter soza Armanc girtina berjewendiyên Tirkiyê dabû, piştî ku di êrîşa ser Terablusa paytext de derbe xwar bû, û Tirkiye tawanbar kir bi piştevaniya hikûmeta hevkarîya Niştîmanî ya ku Fayez al-Sarraj serokatiya wê dike û Artêşa Niştîmanî ya Lîbî gelek caran Tirkiye bi piştevaniya grûbên çekdar û hikûmeta al-Sarraj tawanbar kirîye.

Lîbya dibêje, Tirkiye li Lîbya piştevaniya grûbên çekdar yên radîkal û Fayez al-Sarraj yê Îxwan al Mislimîn dike.

Weke kenalê Alhurra yê Amerîkî ku ji Virginia bi zimanê Arabî weşanê dike ragihand ku, êvarîya roja Înê Xelîfe Hefter ferman dabû hêzên xwe ku keştî û hemû berjewendiyên Tirkiyê li Lîbya bikin armanca xwe û geştên esmanî yên cşn û hatina firokên Tirkî qedexe kir bû, ev yek ji aliyê peyvdarê Artêşa Niştîmanî ya Lîbî Ahmed Mismasrî ve hatbû ragihandin.

XS
SM
MD
LG