Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hefteya Hindayan de Rewşa Mafê Mirovan li Tirkîyê


17 û 31 Gulanê li Hefteya Hindayan e di vê hefteya navnetewî de taybet jibo bîranîna kesên ku di dema binçavkirinê de hatine hinda kirin bernameyên rêzgirtin û bîranînê tên kirin.

Li Tirkîyê bi pêşengîya Komela Mafê Mirovan (IHD) ji sala 1995'an vir de parêzerên mafê mirovan û malbatên hindayan tên ba hev, daxuyanî didin.

Di van çalakîyan de ji dewletê tê xwestin ku aqûbeta kesên hindakirî were ronî kirin. Bi vê armancê malbat li Stenbolê 791, li Amedê jî 588 hefte ne ku çalakîya xwe didomînin.

Komela Mafê Mirovan destnîşan dike ji salên 90an heta roja îro 946 kes piştî ku hatine binçav kirin hinda bûne û ji wan ti agahî nehatine wergirtin.

Li gor lêkolînên IHD, li Tirkîyê, taybetî li herêman Kurdan 253 gorên komî hene. IHD bawer dike ku di wan goran de ji 4 hezaran zêdetir meyt hene ku piranîyê wan Kurd in.

KHF_05_22_2020_Hefteya_Hindayan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00


XS
SM
MD
LG