Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heiko Maas: Lubnan Hewceyî Hikûmeteke Karîger E


Heiko Maas
Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Çarşemê, li Beyruta paytaxta Lubnanê ragihand ku Lubnan hewceyî hikûmetekê ku bikare hember dizî û bertîlê tekoşîn bike û reforman pêk bîne.

Maas seredana bendera Beyrutê kir ku peqîna wêranker ku bûye sedema protestoyan û karvekişîna hikûmeta wî welatî.

“Ne pêkan e ku her tişt mîna berê bimeşe. Civaka navneteweyî amade ye ku berhemkarî bike û dirav bîne Lubnanê, lê jibo wê ewlekarî pêdivî ye. Tiştê girîng ew e ku hikûmetek hebe ku dijî dizî û bertîlê şer bike."

Maas bal kişand ku li Ewrupa gelek alî hene ku pir bal û berjewendîyên wan li ser Lubnanê ne.

"Ew dixwazin bizanin ku reformên aborî û rêveberîyeke baş li Lubnanê hene. Kesên ku li Lubnanê berpirsî bigirin, divê bi rêkûpekî bi karên heyî rabin. "

Maas çekeke zêdetirî 1 mîlyon Euro pêşkêşî Heyva Sor ya Lubnanê kir ku beşek ji 20 mîlyon Euro alîkarîya mirovahî ji Almanya ye.

Hejayî bîr xistinê ye ku di 4'ê Tebaxê de li depoyek bendera Beyrutê pirtir ji 2000 ton amonyumnîtratan peqînêke gelek mezin qewimîbû û herî kêmî 171 kes hatibûn kuştin.

Di ewînê de herwiha nêzî 6000 kesên din jî birîndar bûbûn û piranîya paytext Beyrutê hilweşîbû û krîza sîyasî û aborî ku bi mehan e didome, kûrtir bûbû.

XS
SM
MD
LG